top of page
alt=""
Hevsel Times Logo Transparent Red.jpg

Hunera Minimalîzmê û Maksîmalîzmê: Du Alîyên Derbirîna Hunerî

7 days ago
5 min read

Ji hêla Sarya Gulec ve hatî nivîsandin



Hunere ji demên dirêj ve wekî amûrek ji bo derbirîna nasnameyên kesane û çandî hatiye bikaranîn. Minimalîzm û maksîmalîzm du felsefeyên herî dijber ên di huner û sêwirana hevdem de temsîl dikin. Her yek ji van nêzîkatan armancên xwe yên estetîkî û hestyarî yên taybet hene û ji hunermend û temaşevanan re nêrînên cuda pêşkêş dikin da ku cîhanê şîrove bikin. Dema ku minimalîzm sadebûn û xwe-girtinê dipejirîne, maksîmalîzm zêdebûn û derbirîna wêrekane pîroz dike. Ji ber vê yekê, her şêwaz ji bo hunermendên ku dixwazin hest û ramanên taybet derxînin holê, hilbijartineke hêzdar e.



Minimalîzm: Pejirandina Sadebûn û Bingehparêziyê


Minimalîzm, ku tevgera wê di salên 1960-an de dest pê kir, armanc dike ku hêmanên hunerê heta bingehên wan ên herî girîng kêm bike. Hunera minimalîst tevliheviya dîtbarî kêm dike û bi gelemperî balê dikişîne ser teşeyên hêsan ên geometrîk, paletên rengên sînorkirî û xêzên paqij. Bi rakirina hemû hêmanên ku ne girîng in, minimalîzm temaşevanan teşwîq dike ku li şûna balkişandina xwe ser hûrguliyan, li ser bingeha sereke ya berhemeke hunerî bifikirin. Hunermendên wekî Donald Judd, Agnes Martin û Ellsworth Kelly pêşengên vê tevgerê bûn û bandoreke mezin li cîhana hunerê, mîmarî, modayê û sêwirana hundirîn kirin.


Li gorî The Artling, armanca minimalîzmê afirandina “hunerke rêkûpêk û zelal” e, ku tenê hêmanên bingehîn ên pêkhateyekê dihêle. Ev têgeh di mekan û berhemên hunerî yên minimalîst de tê sepandin. Di van cihan û berheman de hêman bi baldarî tên hilbijartin û ev yek temaşevanan teşwîq dike ku hêdî bibin, bifikirin û bi dema niha re têkiliyê deynin. Bi vî awayî, minimalîzm ezmûneke kûr û hema hema wekî medîtasyonê peyda dike, bêyî ku tiştên bêkêr balê bikişînin (3).



Maksîmalîzm: Bedewiya Wêrektiyê û Tevliheviyê


Ji aliyê din ve, maksîmalîzm nêzîkatiyeke bi tevahî cuda dipejirîne û bedewiya pirbûnê, dijberiyê û derbirîna rengîn pîroz dike. Ev şêwaz şîara minimalîzmê ya “kêmtir baştir e” red dike û li şûna wê prensîba “zêdetir baştir e” dipejirîne. Hunermend û sêwiranerên maksîmalîst rengên dewlemend, nimûneyên tevlihev û tektûrên qat bi kar tînin da ku pêkhateyên tijî balkêşiyên dîtbarî biafirînin. Maksîmalîzm bi gelemperî hesta vegotina çîroka kesane û takekesiyê pêş dixe, ji ber ku hunermend hêmanan hildibijêrin û li ser hev kom dikin da ku nasnameyên tevlihev, hestan û bandorên çandî yên xwe nîşan bidin.

Maksîmalîzm têkiliyê bi temaşevanan re xurt dike û wan vedixwîne ku hûrguliyên cuda û wateyên veşartî yên di hundirê berhemekê de keşf bikin. Ev şêwaz bi gelemperî bi bandorên pirçandî re têkildar e û cihêrengî û danûstandinên dînamîk di navbera hêmanên cuda yên sêwirandinê de pîroz dike. Hunermendên maksîmalîst ên wekî Yayoi Kusama û Kehinde Wiley rengên zindî û nimûneyên tevlihev bi kar tînin da ku derdorên ku temaşevan dikarin bi tevahî xwe tê de winda bikin biafirînin. Di van derdoran de her beşeke tabloyê an cihê sêwirandî bi armanc û kesayetiyekê tê dagirtin (3).



Berawirdkirina Minimalîzm û Maksîmalîzmê: Estetîk û Felsefe


Minimalîzm û maksîmalîzm, tevî ku bi awayekî radîkal ji hev cuda ne, armanceke hevpar a nîşandana ezmûna mirovî parve dikin. Minimalîzm vê yekê bi kêmkirina hêmanan û balkişandina ser teşe û formên bingehîn pêk tîne. Lêbelê, maksîmalîzm qat, reng û tektûrên zêde dike û dihêle ku her berhema hunerî an cihê sêwirandî zindî û tijî derbirîn xuya bike.


1. Bandora Estetîkî: Minimalîzm bi gelemperî aramî û bêdengiyê çêdike û wekî penagehekê li hember deng û tevliheviya cîhana nûjen xizmetê dike. Balkişandina wê li ser xwe-girtinê dikare bedewiya sadebûn û paqijiyê derxîne holê û dihêle ku temaşevan bi kûrahî bifikire. Di berevajî de, maksîmalîzm enerjî û dînamîzmê nîşan dide û hesta şahî û rengîniyê çêdike. Ew bandor û tektûrên cuda li hev dicivîne û temaşevanan teşwîq dike ku bikevin rêwîtiyeke dîtbarî ya tevlihev.


2. Bandora Hestyarî: Minimalîzm dikare hestên aşitî û baldarî çêbike û wekî qadeke vala ji bo xwe-nirxandinê xizmetê bike. Lêbelê, maksîmalîzm bi kêfxweşî û meraqê re têkiliyê datîne. Her hûrgulî dikare agahiyên li ser kesayetî û armanca hunermend an sêwiraner peyda bike. Berhem an cihê maksîmalîst mêvanperwer û tijî jiyan xuya dike û temaşevanan vedixwîne ku bi qatên cuda yên wate û sembolîzmê re têkiliyê deynin.


3. Fonksîyonalîte: Minimalîzm xwedî taybetmendiyên bikêrhatî ye û bi gelemperî bi îdealên domdariyê re têkildar e, ji ber ku sêwirana minimalîst bi gelemperî kalîteyê li ser hejmar û pirbûnê tercîh dike. Yek ji taybetmendiyên minimalîstan ew e ku ew sêwirên domdar û bêdem tercîh dikin ku xerckirina zêde kêm dikin. Lêbelê, maksîmalîst guhertinê dipejirînin û bi gelemperî li gorî trend, tercîh û pêşketina kesane diguherin. Ev yek dike ku cih an berhemên wan demkî bin û rewşa hestyarî ya heyî ya wan nîşan bidin (3).



Pêşketina Her Du Şêwazan û Girîngiya Wan di Dema Hevdem de


Her du şêwaz di gelek warên hunerê de, ji hunerên dîtbarî heta mîmarî, sêwirana hundirîn û modayê, pêş ketine û bandor li wan kirine. Îro em dibînin ku hunermend û sêwiraner van her du felsefeyan bi hev re dixin nav hev û cih û berhemên hunerî diafirînin ku di navbera sadebûn û dewlemendiyê de hevsengiyê diparêzin. Mînakî, odeyeke minimalîst ku tenê xwedî tabloyeke maksîmalîst a balkêş be, dikare ahengekê biafirîne. Ev yek aramiya minimalîzmê bi rengîniya maksîmalîzmê re dide hev.


Minimalîzm ji kesên ku di cîhaneke bi lez de li rêkûpêkî, zelalî û baldarî digerin re balkêş e. Lêbelê, maksîmalîzm ji kesên ku cihêrengî, derbirîn û hûrguliyan pîroz dikin re watedar e. Her du nêzîkatî ne tenê bûne tevgerên hunerî, lê di heman demê de veguherîne hilbijartinên şêwaza jiyanê jî. Minimalîzm bi gelemperî bi jiyaneke bi armanc û hişmendiyeke zêdetir re têkildar e, ku balê dikişîne ser kêmkirina zêdebûna tiştên maddî. Maksîmalîzm hesta pirbûn û şahiyê teşwîq dike û cihê xwe-derbirînê û vegotina çîrokên qat bi qat vedike.


Minimalîzm û maksîmalîzm du nêzîkatiyên hunerî yên hêzdar temsîl dikin û her yek ezmûnên estetîkî û hestyarî yên xwe yên taybet pêşkêş dike. Bedewiya bi sînor a minimalîzmê qad ji bo baldarî û ramînê diafirîne, lê enerjîya rengîn a maksîmalîzmê dewlemendî û cihêrengiya jiyanê nîşan dide. Çi kes aramiya minimalîzmê tercîh bike, çi tevliheviya maksîmalîzmê, her du şêwaz tîne bîra me ku huner dikare aliyên cuda yên ezmûna mirovî nîşan bide. Îro gelek hunermend van her du şêwazan bi hev re dixin nav hev û di navbera sadebûn û dewlemendiyê, xwe-girtin û pirbûnê de ahengê dibînin. Bi vî awayî estetîkeke kûrtir diafirînin ku hem bêdengî û hem jî wêrektiyê dihewîne.


Her du nêzîkatî di huner û sêwirana nûjen de xwedî cihê xwe ne. Ew derdorên me dewlemendtir dikin û me teşwîq dikin ku li ser nirx û tercîhên xwe yên estetîkî bi rexneyane bifikirin. Minimalîzm û maksîmalîzm ji trendên hunerî yên demkî wêdetir in; ew amûrên xwe-derbirînê ne ku nêrînên cuda ji bo dîtina cîhanê û cihê xwe di nav wê de pêşkêş dikin.



Çavkanî:


  1. Gould, J. (n.d.). Minimalism maximalism. RIT Digital Institutional Repository. https://repository.rit.edu/theses/6303/

  2. The Artling. (n.d.). Minimalism in art: A complete guide. The Artling Artzine. Retrieved October 27, 2024, from https://theartling.com/en/artzine/minimalism-art-guide/

  3. The Minimalist Vegan. (n.d.). Minimalism vs. maximalism: Differences, similarities, and use cases. The Minimalist Vegan. Retrieved October 27, 2024, from https://theminimalistvegan.com/minimalism-vs-maximalism/

  4. Toptal. (n.d.). The rise of maximalism in web design. Toptal. Retrieved October 27, 2024, from https://www.toptal.com/designers/ui/maximalist-design

Comments


bottom of page