top of page
alt=""
Hevsel Times Logo Transparent Red.jpg

Deja Vu: Sireke Derûnî

4 days ago
3 min read

Ji hêla Emir Taha Macit ve hatî nivîsandin


Wisa bifikire: tu bi karûbarên xwe yên rojane re mijûl î, bi çalakiyekê re mijûl î. Paşê, ji nişka ve, hestek nasînê li te dixe, û tu hest dikî ku tu berê li vir bûyî an te ev yek berê kiriye. Lê di heman demê de, tu dizanî ku te nekiriye. Ev hest di rastiyê de diyardeyeke psîkolojîk a baş-lêkolînkirî ye ku jê re "Déjà Vu" tê gotin. Déjà vu, ku bi Fransî tê wateya "berê dîtî", diyardeyeke balkêş e ku sedema wê bi piranî nenas e, lê dîsa jî dikare gelek tiştan li ser psîkolojiya mirovî fêrî me bike.


Gelek teorî li ser sedemên déjà vu'yê hene, ku ji yên giyanî bigire heta yên zanistî û bijîjkî. Digel ku hinek bawer dikin ku ew bîranîna jiyaneke borî ye, hinekên din difikirin ku ew 'xeletiyek di Matrixê de' ye. Her çend teoriyên weha balkêş bin jî, îhtîmaleke mezin ew ne rast in, û ramaneke baş e ku li şûna wan sedemên zanistî yên muhtemel li ber çavan bên girtin. Hin ji teoriyên zanistî yên herî pêbawer têkçûnên ragihandinê di mejî de di nav xwe de digirin, yên ku bi pêvajoya ducarî an jî bîrê ve girêdayî ne. Ji bilî vê, sedemên bijîjkî nexweşiyên wekî epîlepsiyê di nav xwe de digirin, ku ev yek dikare bibe sedema zêdetir bûyerên déjà vu.


Werin em bi teoriya pêvajoya ducarî dest pê bikin. Li gorî vê teoriyê, déjà vu ji ber windabûna hevdengiya asayî ya hin pêvajoyên mejî ji bo kêliyekê çêdibe, û ev pêvajo dikarin 3 cot tiştan bin. Cotê yekemîn naskirin û bîranînê dihewîne. Heger ew beşa mejiyê we ya ku alîkariya naskirina tiştan dike, ji hevdengiya xwe ya bi beşa ku alîkariya bîranîna cihê ku naskirin jê tê dike derkeve, dibe ku déjà vu çêbibe. Cotê duyemîn kodkirin û dîsa, bîranîn e. Kodkirin ew pêvajo ye ku mejî tiştekî wekî bîranînê destnîşan dike, û heger di navbera wê û pêvajoya bîranînê de nehevgirtineke demê çêbibe, dibe ku hûn serpêhatiyeke nû bi xeletî wekî bîranîneke kevn bibînin. Cotê dawî du hişmendiyên cuda di mejî de ne. Hin zanyar bawer dikin ku mejiyên me du cure hişmendî hene: yek ku agahiyên ji cîhana derve berhevkirî diproses bike, û yek jî ku li ser tiştên hundirîn dixebite—wekî xeyal û rewşa derûnî. Ev teorî pêşniyar dike ku déjà vu dibe ku çêbibe heke, di rewşeke derûnî ya diyarkirî de, hûn agahiyên ji derve hatine berhevkirin wekî berhema hişmendiya hundirîn şaş fêm bikin. Lêbelê, divê bi hişyarî nêzîkî vê teoriyê bibe, ji ber ku ew ji sêyan ya herî spekulatîf e.


Teoriya zanistî ya din bîra we di nav xwe de dihewîne. Di lêkolîneke sala 2006an de ku ji aliyê Koma Bîrê ya Leedsê (Leeds Memory Group) ve hatibû kirin, nexweşan bîranîneke hêsan wergirt ku tê de di bin hîpnozê de li peyveke bi rengekî taybet hatibû çapkirin, dinêrîn. Hin ji nexweşan, ku paşê ji wan re hatibû gotin ku an wê bîranînê ji bîr bikin an jî di bîra xwe de bihêlin, ragihandin ku dema wan peyv dîsa dît, hestek mîna déjà vu hîs kirine. Lêkolîn dibe ku pêşniyar bike ku déjà vu diqewime dema ku em tiştekî dijîn ku bîranînekê tîne bîra me ku em nikarin bi tevahî bînin bîra xwe. Teoriyeke din a ku dibêje déjà vu diyardeyek e ku ji bîrê çêdibe ev e ku ew ji ber têkiliyeke şaş a di navbera beşa mejî ya ku berpirsiyarê bîranînan e û beşa ku berpirsiyarê pêvajokirina agahiyên nû ye, çêdibe. Li gorî neurolojîst Dr. Jean Khoury, heke beşa mejî ya ku agahiyên nû werdigire di awayê danûstandina xwe ya bi derdora xwe re pirsgirêkek hebe, ew dikare bîranîneke derewîn biafirîne, ku ev dibe sedema déjà vu. Ev tê wê wateyê ku şaşiya ku di navbera van beşên mejî de çêdibe, dibe ku encama têkiliya şaş be.


Her wiha çend sedemên bijîjkî jî hene ku çima déjà vu dibe. Ya yekem, déjà vu dikare ji ber krîzan, wekî krîzên epîlepsiyê, çêbibe. Ev ji ber şaşiyên elektrîkî ye ku dibe di mejî de di dema krîzê de çêbibin. Ya duyem, kêmxewa dikare bibe sedema déjà vu, ji ber ku westîn dikare hin pêvajoyên di mejî de têk bide. Déjà vu heta dikare ji ber stresê jî çêbibe, ku ji guherînên di fonksiyona kognîtîf de di demên fikarê de derdikeve holê.


Wekî encam, déjà vu diyardeyeke balkêş û carinan jî xemgîn e ku nîşan dide ka di mejiyê mirov de çiqas tişt bi awayekî binhişî diqewimin, û hişê mirov çiqas tevlihev e. Ew, bi taybetî di salên dawî de, bûye mijareke populer a lêkolînê. Her çend em hîn jî bi teqezî nizanin sedema rastîn a déjà vu çi ye jî, em dikarin bê guman çi ji destê me tê bikin da ku lêkolînan bikin û ceribandinan pêk bînin.


Çavkanî:

  1. “Neurotransmitters: What They Are, Functions”, Cleveland Clinic, 2022 https://my.clevelandclinic.org/health/articles/22513-neurotransmitters

  2. Jana Vasković, “Neurotransmitters”, Ken Hub, 2023, https://www.kenhub.com/en/library/physiology/neurotransmitters

  3. “Neurotransmitters”, Paris Brain Institute, 2025, 

  4. https://parisbraininstitute.org/glossary/neurotransmitters

Comments


bottom of page