Di Çirkeyeke Euclid de: Gava Yekemîn ji bo Girtina Gerdûnê
Ji hêla Lava Naz Bağdu ve hatiye nivîsandin
Firehiya bêdawî ya gerdûnê her dem sînorên çavê mirov ceribandiye û bala zanyarê kişandiye. Lêbelê, heta demeke nêzîk, têgihiştina me ya li ser wê bi awayekî girîng du-alîdimensî bû. Li vir teleskopa Euclid, ku projeyeke şoreşger e û ji hêla Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve tê rêvebirin, dest bi xebatê dike. Ev teleskop bi kişandina wêneyê yekemîn gavê yekemîn û pir girîng avêt da ku gerdûnê bi awayekî sê-alîdimensî nexşebend bike.
Rêwîtiya Mîsyona Euclid
Euclid projeyeke hevbeş e ku ji hêla Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve tê rêvebirin û NASA jî tevkariyên girîng pêşkêş dike. Ev proje bi fermî di 25ê Hezîrana 2012an de dest pê kir. Ev mîsyon bi navê matematîkzanê Yewnanî Euclid ê Skenderiyê hatiye binavkirin û armanca wê ew e ku bi alîkariya teleskopa fezayî ya Euclid wêneyên gerdûnê bigire û nexşeyeke sê-alîdimensî ya avahiya wê ya tevlihev biafirîne. Teleskop dê çavdêriya bi mîlyaran galaksiyan bike ku heta 10 mîlyar salên ronahiyê dûr in û ji sêyeka asîmanê mezintir vedigire. Ev çavdêrî dê di dawiyê de aliyên veşartî yên madeya tarî û enerjiya tarî eşkere bike — ku ew her du ji mezintirîn razên serdema me ne — û pêşketina “gerdûna tarî” nîşan bide. Ew di 1ê Tîrmeha 2023an de bi moşeka SpaceX Falcon 9 hate avêtin fezayê. Ev yek girîngiya ku pargîdaniyên taybet ên fezayê di mîsyonên nû yên ESA de bi dest dixin, nîşan dide. Euclid herwiha bi du amûrên pêşketî ve hatiye çêkirin: Spektrometra Wênegirtina Ronahiya Dîtbar (VIS), ji bo kişandina wêneyên bi rezolûsyona bilind, û Spektrometr û Fotometra Nêzîkî Sor (NISP), ji bo çavdêriya gerdûnê bi ronahiya nêzîkî sor. Beşdariya NASA pisporî û piştgiriya girîng di warê analîzkirina daneyan û amûran de dihewîne û serkeftina mîsyonê di berhevkirina daneyên çavdêriyê yên bêhempa de misoger dike. (The European Space Agency, n.d.; The European Space Agency, n.d.; NASA, n.d.; Howell, 2023; Euclid Consortium, n.d.; Euclid Consortium, n.d.)
Euclid dê çawa nexşeyeke sê-alîdimensî biafirîne?
Armanca sereke ew e ku bi çavdêriya bi mîlyaran galaksiyan nexşeyeke sê-alîdimensî ya bêhempa ya gerdûnê were afirandin. Teleskop bi pîvandina şîfta sor a ronahiya wan, bi karanîna Spektrometra Wênegirtina Ronahiya Dîtbar (VIS) û Spektrometr û Fotometra Nêzîkî Sor (NISP), galaksiyan nas dike. (TRT World, 2024)
Nêrînek Kûr li VIS û NISP
Spektrometra Wênegirtina Ronahiya Dîtbar amûreke wênegirtinê ya formata mezin e û yek ji du amûrên di Mîsyona Euclidê de ye. Ew bi kameraya xwe ya 609 megapîkselî alîkariya afirandina wêneyên bi rezolûsyona bilind û daneyên spektral ên gerdûnê dike. Ew qada dîtinê ya 0.57 dereceyên çargoşe vedigire, ku nêzî sê qat ji mezinahiya heyva tevahî ye. Bi rezolûsyona nimûnegirtinê ya 0.1 çirkeyên goşeyî, VIS dikare hûrguliyên biçûk bigire û wêneyên wê mezintirîn wêneyên ku heta niha ji aliyê satelîteke astronomîk ve hatine şandin in. Her çend amûra wênegirtinê wêneyên ku hinekî ji rezolûsyona îdeal kêmtir in digire, ev yek bi kişandina çend wêneyên li pey hev tê rastkirin. Di encamê de, rezolûsyona goşeyî ya bandorker digihîje 0.18 çirkeyên goşeyî û çavdêriyên pir rast pêkan dike. (Euclid Consortium, n.d.)
Spektrometr û Fotometra Nêzîkî Sor (NISP) amûra duyemîn a di Mîsyona Euclidê de ye. Ew bi karanîna 16 detektoran gerdûnê bi ronahiya nêzîkî sor temaşe dike û wêneyên bi 64 mîlyon pîksel digire. Ew heman qada dîtinê ya VISê vedigire û ji bo her pîkselê 0.3 çirkeyên goşeyî pêşkêş dike. NISP wekî VISê li ser kişandina wêneyên bi rezolûsyona bilind ne rawestê. Berevajî vê, ew ji bo berhevkirina daneyên spektral hatiye sêwirandin. Ev amûr di du awayan de dixebite: kanala fotometrîk, ku fîlterên fireh-band bi kar tîne da ku dûrbûna zêdetirî yek mîlyar galaksiyan bi hesabkirina “şîftên sor ên fotometrîk” texmîn bike; û kanala spektroskopîk, ku daneyên spektral berhev dike da ku ji bo nêzî 50 mîlyon galaksiyan pîvanên dûrbûnê yên rast peyda bike. (Euclid Consortium, n.d.)
Nexşeya sê-alîdimensî ya ku ji hêla Euclid ve tê afirandin dê ji nexşeyeke ku tenê cihên galaksiyan nîşan dide pir zêdetir be; ew dê têkiliyên tevlihev ên di navbera galaksiyan, madeya tarî û enerjiya tarî de eşkere bike. Bi dîtina belavbûna galaksiyan di qadeke sê-alîdimensî de, zanyar dê bi awayekî zelal fam bikin ku gerdûn çawa pêş ketiye. Dema ku Euclid cihên galaksiyan dipîve, ew dê herwiha bipîve ka madeya tarî çawa bandorê li ser belavbûna madeya xuya dike. Wekî din, enerjiya tarî, ku bibe sedema firehbûna bileztir a gerdûnê, wê jî were nexşekirin û ev yek dê nêrînek nû li ser gerdûnê bide mirovahiyê. Mîsyona Euclidê bi hevkariya xwe ya bi SpaceX re ji bo avêtina fezayê û bi NASA re ji bo piştgiriya mîsyonê, mînakeke serkeftî ya yekbûna hevkariyên navneteweyî pêşkêş dike. Her ku mîsyon berdewam dike, ew xwedî potansiyela peydakirina agahiyên şoreşger ên li ser afirandin û hebûnê ye.
Çavkani:
Euclid overview, The European Space Agency, (2024.11.09)
https://www.esa.int/Science_Exploration/Space_Science/Euclid_overview
Euclid Exploring the Dark Universe, The European Space Agency, (2024.11.09)
https://www.esa.int/Science_Exploration/Space_Science/Euclid
Euclid, NASA, (2024.11.09)
Howell, E., (2023), SpaceX rocket launches Euclid space telescope to map the 'dark universe' like never before, Space.com
https://www.space.com/space-rocket-launches-euclid-dark-universe-telescope
The VIS Instrument, Euclid Consortium, (2024.11.10)
The NISP Instrument, Euclid Consortium, (2024.11.10)
Dinneen, J., (2024), First breathtaking images from Euclid telescope's map of the universe, NewScientist
How the Euclid telescope is building the largest 3D map of the universe, (2024), TRT World





Comments