Fîzîka Reşçalan: Vekolîna Nezaniyên Fezayê û Demê
Written by Sarya Gulec
Gerdûna me ji galaksiyan bigire heya stêran, sirên gelek dihewîne; lê belkî balkêştirîn û nepenîtirîn diyardeyên wê reşçalan in. Reşçalan herêmên di fezayê û demê de ne ku hêza kişandina wan a gravîtasyonê ewqas xurt e ku tiştek nikare ji wan derkeve, heta ronahî jî.
Em dikarin bêjin ku di reşçalan de madde di herêmeke pir biçûk de tê pêçandin û ev yek hêzeke kişandina gravîtasyonê ya bêhempa diafirîne. Li derveyî vê xalbendiyê herêma ku wekî tixûra bûyerê (event horizon) tê naskirin heye; piştî derbasbûna wê, veger ne mimkûn e. Di hundirê tixûra bûyerê de yektaî (singularity) cih digire; li wir gravîtasyon digihîje asteke ku qanûnên heyî yên fîzîkê êdî nikarin kar bikin.
Li gorî teoriya giştî ya relatîvîteyê ya Albert Einstein, gravîtasyon encama xwarbûna fezayê û demê ye ku ji hêla girseyê û enerjiyê ve tê afirandin. Reşçalan nimûneyeke balkêş a vê xwarbûnê pêşkêş dikin. Girseyên wan ên mezin fezayê û demê ewqasî ditewînin ku hemû araste di hundirê tixûra bûyerê de ber bi navendê ve ditewînin. Ev xwarbûn her wiha bandorê li ser rêyên tevgera tiştên nêzîk û heta ronahiyê jî dike. Ev yek dibe sedema diyardeyên wekî lenseya gravîtasyonê; di vê pêvajoyê de ronahiya tiştên dûr di dora reşçalan de ditewîşe û wêneyên wan ên pirjimar an jî şêwandî çêdike.
Di sala 1974an de, fîzîknas Stephen Hawking her wiha pêşniyar kir ku reşçalan bi tevahî reş nînin, lê ji ber diyardeyên ku li ser tixûra bûyerê diqewimin, tîrêjê belav dikin. Ev diyardeyê paşê bi navê tîrêjandina Hawking (Hawking radiation) hate binavkirin. Tîrêjandina Hawking pêşbîniyek e ku li gorî wê reşçalan dema ku girseya xwe winda dikin, hêdî hêdî tune dibin. Lê ev yek paradoksa agahiyên reşçalan derdixe holê: Heke reşçal bi tevahî tune bibe, agahiyên têkildarî maddeya ku ew daqurtandiye dê çi bibin? Teoriya kuantûmê dibêje ku agahî nikare winda bibe, lê hevkêşeyên Hawkingê berevajî vê yekê nîşan didin û ev yek bingeha fîzîkê dixe xetereyê. Lêkolînên nû bersivên maqûl ji bo vê paradoksê pêşkêş kirine. Hesabkirin nîşan didin ku agahî winda nabe, lê di nav tîrêjandina Hawkingê de wekî têkiliyên lawaz tê hilanîn. Ev yek li gorî qaîdeyên mekanîka kuantûmê ye; ango, her çend agahî bi awayekî giran tevlihev bibe û di pratîkê de vegerandina wê ne gengaz be jî, ew bi tevahî winda nabe.
Dîtina rasterast a reşçalan dijwar e; lê dîsa jî gengaz e ku em hebûna wan ji bandorên wan ên li ser maddeya derdora xwe fam bikin. Bo nimûne, dema ku madde nêzî reşçalayekê dibe û ber bi wê ve tê kişandin, germ dibe û tîrêjên Xê derdixe ku teleskopên fezayê dikarin wan bipîvin. Wekî din, bandora reşçalan li ser stêrk û ewrên gazê yên derdora wan jî delîlên nerasterast ên hebûna wan pêşkêş dike.
Di sala 2019an de, bi wênekirina reşçala mezin a li navenda galaksiya M87, ku bi navê M87 tê naskirin, ji hêla Teleskopa Tixûra Bûyerê ve gavavêtineke dîrokî di vê qadê de hate kirin. Ev wêne yekemîn delîla dîtbarî ya siya reşçalayekê nîşan da û nêrîneke bêhempa ji me re li ser van tiştên kozmîk pêşkêş kir.*
Paşê, wêneyên NASA yên ku di destpêka gerdûna de bi Teleskopa Fezayê ya James Webb hatin kişandin, hebûna reşçalayên mezin ên supermezin eşkere kirin. Ev vedîtin ji teoriyên berê yên derbarê avabûn û pêşketina wan de cuda bûn.
Yek ji nimûneyan jiyana LID-568 e; reşçaleke supermezin ku tê texmînkirin nêzî 1,5 milyar sal piştî Teqîna Mezin (Big Bang) çêbûye û girseya wê nêzî 10 milyon qatê girseya Rojê ye. Ev ravekirin piştgiriyê dide teoriya ku dibêje reşçalayên bingehîn dikarin bi awayekî xweber û di pîvaneke mezin de çêbibin û piştre di demeke kurt de bi lez mezin bibin. Ji bilî xwezaya xwe ya nepenî, reşçalan di şekilkirina gerdûnê de roleke girîng dilîzin.
Tê gotin ku reşçalayên supermezin, ku di navenda piraniya galaksiyan de, di nav de galaksiya me ya Rêya Şîrî, cih digirin, di avabûn û pêşketina galaksiyan de roleke diyarker dilîzin. Têkiliyên gravîtasyonê yên di navbera wan de dikarin leza çêbûna stêrkan diyar bikin û belavbûna maddeyê di hundirê galaksiyan de bandor bikin. Her wiha, fîşekên enerjiyê û herikînên gazê yên ku ji reşçalayên çalak derdikevin, enerjiyê di nav gazên navstêrkî yên nêzîk de belav dikin û ev yek bandorê li ser hevsengiya germayê û dînamîka galaksiyan dike.
Di encamê de, reşçalan wekî laboratûwarên xwezayî yên ceribandina qanûnên fîzîkê di şert û mercên gelek dijwar de tên dîtin. Ji xwarandina wan a mezin a fezayê û demê bigire heya bandora nepenî ya tîrêjandina Hawkingê, ew teoriyên heyî yên zanistê dijwar dikin û zanyarên vedikolin. Çavdêrî û teoriyên ku berdewam tên pêşxistin, dê ronahiyê bêtir li ser van nepeniyên kozmîkê bibexşînin û dibe ku aliyên nû yên xwezaya bingehîn a gerdûnê jî eşkere bikin.
Çavkani:
Dunham, W. (2024, November 6). Webb telescope reveals rapid growth of primordial black hole. reuters.com. https://www.reuters.com/technology/space/webb-telescope-reveals-rapid-growth-primordial-black-hole-2024-11-05/
Dunham, W. (2024, September 18). Faraway black hole unleashes record-setting energetic jets. reuters.com. https://www.reuters.com/technology/space/faraway-black-hole-unleashes-record-setting-energetic-jets-2024-09-18/
Dunham, W. (2025, January 14). Intrepid white dwarf has a close encounter with a massive black hole. reuters.com. https://www.reuters.com/science/intrepid-white-dwarf-has-close-encounter-with-massive-black-hole-2025-01-14/
Musser, G. (2023, June 30). The Most Famous Paradox in Physics Nears Its End. Quanta Magazine. https://www.quantamagazine.org/the-most-famous-paradox-in-physics-nears-its-end-20201029/
Sutter, P. (2024, June 26). Black holes, explained by an astrophysicist. Astronomy Magazine. https://www.astronomy.com/science/black-holes-explained-by-an-astrophysicist/





Comments