top of page
alt=""
Hevsel Times Logo Transparent Red.jpg

Çima Em Xiyanetê Dikin, Derewanî Dikin û Diziyê Dikin: Lêkolîneke Psîkolojîk li ser Tevgerên Bêexlaq

6 days ago
6 min read

Ji hêla Jir Dara Akcan ve hatiye nivîsandin



Dema ku mirov li hember biryarekê dimîne, hemû aliyên kesayetiya xwe bi kar tîne. Wekî dengvedaneke egoyê ku di nav tora teng a ku em jê re wijdan dibêjin de hatiye parzûnkirin, em hewl didin li gorî exlaqê ku hînî me hatiye bimînin. Lê heke biryara ku tê dayîn li gorî van nirxên exlaqî nebe, çi dibe?

Derketina ji nirxên exlaqî yên hevpar dikare ji gelek faktorên cuda çêbe, ku pir caran bi paşxaneya kesane û bûyerên jiyanê ve girêdayî ne.



Hêzdariya Bêsînor: Ji Rêgezên Civakê Wêdetir


Dema ku kesek xwe xwedî maf û serdest dibîne, dibe ku fam neke ku rêgezên exlaqî ji bo wî jî derbasdar in. Hesta hêzdariya bêsînor dikare bikêrhatî, heta sûdmend jî be. Ew dikare ji bo nûjeniyekê wêrekî û baweriyê pêş bixe. Lê her ku mirov di vê rê de pêşve diçe, ev hest zêdetir dibe asteng û barê giran.



Rola Vekişîna Ji Berpirsiyariya Exlaqî


Yek ji teoriyên sereke yên ji bo famkirina tevgerên bêexlaq, vekişîna ji berpirsiyariya exlaqî ye ku ji hêla psîkolog Albert Bandura ve hatiye pêşniyarkirin. Di vê pêvajoyê de, mekanîzmayên hişî dihêlin ku kes tevgerên xwe yên bêexlaq rewa nîşan bidin û hestên sûcdarî an şermê paşde bixin. Ev teorî rave dike ka kes çawa tevgerên xwe yên ku bi gelemperî li dijî wijdanê wan in, rewa nîşan didin.


Mînakî, mirov dikarin bi karanîna “binavkirina nermker” xwezaya bêexlaq a tevgerên xwe kêm nîşan bidin û zimanekî nermtir bi kar bînin. Rêveberekî pargîdaniyê dikare qirêjkirina jîngehê tenê wekî “berhema alîgir a hilberînê” binav bike û bi vî awayî encamên wê yên zirardar biçûk nîşan bide. Hin kesên din dikarin “veguhastina berpirsiyariyê” bikin û sûcê bavêjin ser kesên desthilatdar an rewşê bixwe. Leşkerên di şer de an karmendên ku fermanan pêk tînin, dibe ku bawer bikin ku tevgerên wan têne efûkirin, ji ber ku ew “tenê fermanan pêk tînin.”



Bandora Faktorên Rewşî


Yek ji wan vedîtinên herî balkêş ên di warê psîkolojiyê de ev e ku faktorên rewşî dikarin bi awayekî girîng bandorê li ser tevgerên bêexlaq bikin. Ceribandina Girtîgeha Stanford a psîkolog Philip Zimbardo mînakeke klasîk e. Di vê lêkolînê de, beşdaran di girtîgeheke simulasyonî de wekî nobedar an girtiyan hatibûn destnîşankirin. Nobedar, ku xwendekarên asayî yên zanîngehê bûn, zû dest bi nîşandana tevgerên hovane û mirovahî-kêmker li hember girtiyan kirin. Ev yek nîşan da ku hin hawîrdor dikarin bibe sedema pêşketina tevgerên bêexlaq. Zimbardo gihîşt wê encamê ku ne tenê kesên bixwe, lê hawîrdor û rewş jî bûne sedema derketina van tevgeran.

Ev diyardeya bandora rewşê ne tenê di rewşên tund ên wekî ceribandina Girtîgeha Stanford de tê dîtin. Mînakî, di cihên kar de, hawîrdoreke bi zexta bilind, hêviyên negerînî û çavdêriya hindik dikare kesan ber bi pratîkên ne durist ve bibe. Psîkolog dibêjin ku dema mirov bi rewşên nezelal û rêwerzên exlaqî yên neeşkere re rû bi rû dimînin, an dema ku xwe ji mexdûrên tevgerên xwe dûr dibînin, îhtîmala ku tevgerên bêexlaq bikin zêdetir dibe.



Berjewendiya Kesane û Lihevhatina Exlaqî

Di bingehê xwe de, tevgerên bêexlaq pir caran ji berjewendiya kesane çêdibin. Mirov bi xwezayî dixwazin armancên ku ji wan re sûdê peyda dikin bi dest bixin; wekî qezenca aborî, hêz an statû. Berjewendiya kesane bi xwe ne tiştekî bêexlaq e, lê dema ku dibe sedema rewa nîşandana kiryarên zirardar ji bo berjewendiya kesane, ew dibe pirsgirêk.


Lêkolîn nîşan didin ku carinan mirov lihevhatinên exlaqî yên gav bi gav dikin. Ev tê wê wateyê ku ew bi biryarên biçûk ên ku ji aliyê exlaqî ve gumanbar in dest pê dikin û hêdî hêdî ber bi tevgerên girantir ve diçin. Ev pêvajo wekî “bandora rêça xweşlêxistî” tê zanîn û di dawiyê de dikare bibe sedema binpêkirinên mezin ên exlaqî. Di hawîrdorên pargîdaniyan de, karmendek dikare ji bo sûdê departmana xwe dest bi tomarkirina xelet a lêçûnên biçûk bike û bi demê re bikeve nav kiryarên bêexlaq ên girantir, wekî desteserkirina pereyan.


Nehêviya têgihiştinê (Cognitive Dissonance), ku ji hêla psîkolog Leon Festinger ve hatiye pêşxistin, ew nerehetiya ku mirov hîs dike dema kiryarên wî li dijî bawerî an nirxên wî bin, rave dike. Ji bo kêmkirina vê nerehetiyê, kes pir caran tevgerên xwe rewa nîşan didin an helwesta xwe diguherînin da ku bi kiryarên xwe re li hev bikin. Ev mekanîzma dikare bibe sedema tevgerên bêexlaq, ji ber ku mirov rêyên rewa nîşandana biryarên xwe dibînin da ku xwe nakok nedibînin.


Mirovekî ku xwe wekî kesekî durist dibîne, lê di heman demê de dixwaze di îmtîhanekê de bixapîne, bifikirin. Heke ew bixapîne, dibe ku di navbera wêneyê ku ji xwe re çêkiriye û tevgera xwe ya nedurist de nerehetiya hişî hîs bike. Ji bo çareserkirina vê nerehetiyê, dibe ku ew xwe qanî bike ku “her kes dixapîne” an ku ev tenê carekê bû û kesayetiya wî diyar nake. Nereheviya têgihiştinê dihêle ku mirov tevî kiryarên li dijî exlaqê xwe, wêneyekî erênî ji xwe re biparêzin.



Bandora Civakî û Zexta Hevalan


Bandora civakî faktoreke din a girîng e ku di tevgerên bêexlaq de rol dilîze. Ceribandinên li ser lihevhatina komê yên psîkolog Solomon Asch di salên 1950-an de nîşan dan ku kes pir caran tevgêrên komê dişopînin, heta dema ku kom bi eşkereyî şaş be jî. Ev têgihiştin di rewşên exlaqî de jî derbasdar e; mirov pir caran li gorî normên komê tevdigerin, tevî tevgerên bêexlaq, da ku ji redkirina civakî dûr bikevin an pejirandinê bi dest bixin.


Di rêxistinan de, çandeke pargîdaniyê ya bêexlaq dikare bandorê li ser karmendan bike ku dev ji exlaqê xwe yê kesane berdin. Dema ku tevgerên bêexlaq di nav komê de asayî tên dîtin an têne xelatkirin, kes dikarin ji bo parastina cihê xwe yê civakî xwe di bin zextê de hîs bikin ku li gorî wan tevbigerin. Lêkolîneke Dibistana Karsaziyê ya Harvardê dît ku îhtîmala ku karmend tevgerên bêexlaq bikin zêdetir e dema ku bawer dikin kesên derdora wan jî van tevgeran dikin bêyî ku rastî encaman bên.



Dûrbûna Psîkolojîk û Mirovîtiyê Ji Kesên Din Re Nenas Nîşandan


Tevgerên bêexlaq dikarin ji dûrbûna psîkolojîk jî derkevin; ev tê wê wateyê ku mirov xwe ji encamên kiryarên xwe cuda û dûr dibîne. Dema ku kes xwe ji zirara ku dide dûr dibînin, îhtîmala ku tevgerên bêexlaq bikin zêdetir dibe. Di pargîdaniyên mezin de, karmend dibe ku bandora rasterast a kêmkirina kalîteya kar an sextekirina raporan nebînin. Ev yek hêsantir dike ku ew van kiryaran rewa nîşan bidin.


Mirovîtiyê ji kesên din re nenas nîşandan, ku pêvajoya dîtina kesên din wekî kesên kêmtir ji mirovên tam tê de, dikare vê meyla zêdetir bike. Mînakî, dema ku karmendên di burokratîeke mezin de xwe ji kesên ku ji kiryarên wan bandor dibînin dûr hîs dikin, îhtîmala ku tevgerên zirardar bikin zêdetir dibe. Ev yek bi taybetî di rewşên tacîza serhêl de eşkere ye; li wir, nenaskirina li ser înternetê hêsantir dike ku mirov bi kesên din re xirab tevbigerin, ji ber nebûna têkiliya rû bi rû.


Fêmkirina bingehên psîkolojîk ên tevgerên bêexlaq bingehekê ji bo têkoşîna li dijî wan peyda dike. Pêşxistina xwehişyariyê li ser alîgiriyên têgihiştinê, wekî vekişîna ji berpirsiyariya exlaqî û nereheviya têgihiştinê, dikare alîkariya kesan bike ku bizanin kengî tevgerên bêexlaq rewa nîşan didin. Herwiha, avakirina çandeke berpirsiyariyê di nav rêxistinan de, ku tê de tevgerên exlaqî tên xelatkirin, dikare zextên civakî û rewşî kêm bike.


Rêxistin dikarin bi peydakirina rêwerzên exlaqî yên eşkere û bi girîng nîşandana empatiyê jî li dijî tevgerên bêexlaq têbikoşin. Dema ku mirov encamên rastîn ên kiryarên xwe li ser kesên din fam dikin, dûrbûna psîkolojîk a ku pir caran bibe sedema tevgerên bêexlaq dikare kêm bibe. Bernameyên perwerdehiya exlaqî, kanalên ragihandinê yên vekirî û encamên zelal ji bo binpêkirinên exlaqî dikarin pîvanên exlaqî xurtir bikin û zextên rewşî yên ku mirov ber bi tevgerên bêexlaq ve dibin kêm bikin.


Psîkolojiya li pişt tevgerên bêexlaq piralî ye û ji hêla pêvajoyên hişî, zextên rewşî, bandora civakî û berjewendiya kesane ve tê şekildan. Bi lêkolîna van mekanîzmayên psîkolojîk, em dikarin fam bikin ka çima mirov carinan li dijî baweriyên xwe yên exlaqî tevdigerin. Naskirina van faktoran dikare amûran bide kes û rêxistinan da ku tevgerên exlaqî pêş bixin, bi awayekî bandorker li tevgerên bêexlaq bersiv bidin û civakeke hişyar û exlaqî ya çêtir ava bikin.



Çavkanî:


  1. Blind spots: Why we fail to do what's right and what to do about it. (n.d.). Harvard Kennedy School | Harvard Kennedy School. https://www.hks.harvard.edu/centers/cpl/publications/blind-spots-why-we-fail-do-whats-right-and-what-do-about-it

  2. Healthcentral.com. (n.d.). healthcentral.com. https://www.healthcentral.com/mental-health/cognitive-dissonance

    Page restricted. (n.d.).

  3. The page restricted | ScienceDirect. https://www.sciencedirect.com/topics/psychology/moral-disengagement

  4. The psychology behind unethical behavior. (2019, April 12). Harvard Business Review. https://hbr.org/2019/04/the-psychology-behind-unethical-behavior

  5. Why ethical people make unethical choices. (2016, December 16). Harvard Business Review. https://hbr.org/2016/12/why-ethical-people-make-unethical-choices

  6. Why so many of us lie, cheat, and steal. (n.d.). Psychology Today. https://www.psychologytoday.com/intl/blog/cutting-edge-leadership/201206/why-so-many-of-us-lie-cheat-and-steal


Comments


bottom of page