top of page
alt=""
Hevsel Times Logo Transparent Red.jpg

Ji Nû ve Danîna Normên Civakî: Hişmendiya Kolektîf, Zayend û Zayendîtiyê

7 days ago
4 min read

Ji hêla Sarya Gulec ve hatiye nivîsandin



Di zanistên civakî yên nûjen de, hişmendiya kolektîf, ku ji hêla Émile Durkheim ve hatiye pêşkêşkirin, têgeheke bingehîn e ji bo têgihiştina bawerî, nirx û normên hevpar ên di nav civakan de. Hişmendiya hevpar tevgerên kesane û bendewariyên civakê, bi taybetî di warê zayend û zayendîtiyê de, şekil dide. Bi lêkolîna hevketina hişmendiya kolektîf, zayend û zayendîtiyê, têgihiştineke berfirehtir a encamên çandî, civakî û siyasî yên derbarê awayê ku ev avahî têgihiştinên mafên mirovan, avakirina nasnameyê û pêşketina civakî şekil didin, pêş dikeve.


Hişmendiya kolektîf “baweriyên hevpar û helwestên exlaqî yên ku ji bo yekgirtina mirovan di nav civakekê de dixebitin” diyar dike. Ew qet di heman rewşê de namîne; berevajî vê yekê, bi rêya paşxaneya çandî û dîrokî pêş dikeve û nirx û îdeolojiyên serdest ên di her serdemeke taybet de nîşan dide. Mînakî, şoreşên femînîst û LGBTQ+ bandoreke mezin li ser hişmendiya kolektîf kirine, ji ber ku ew dixwazin rola kevneşopî ya zayendan û zayendîtiyê bixin ber pirsê.


Têgihiştina zayendê kûr di hişmendiya kolektîf de cih girtiye û bi gelemperî wekî avahiyeke civakî tê dîtin. Bi rêya saziyên civakîkirinê — malbat, perwerdehî, ol û medya — civak kesan li gorî hin norm û bendewariyên derbarê mêranî û jinîtîyê de perwerde dike. Ev norm jî di encamê de bandorê li nasname û rolên kesan dikin; ev rol bi gelemperî bi awayekî hişk ji hev tên cudakirin û kesên ku bi eşkereyî di yek ji van kategoriyan de cih nagirin, tên paşguhkirin û marjînalîzekirin.

Di dîrokê de, hişmendiya kolektîf ji hêla avahiyên baviksalarî ve hatiye şekildan û bandora wan li ser maye. Bi gelemperî jin di qada taybet de dihate bicihkirin, lê mêr wekî kesên ku debara malê dikin û biryarên sereke didin, dihatin nîşandan. Tevgerên femînîst ên ku bawerî bi bihêzkirina hemû zayendan hene, vê dabeşkirinê guherandine. Mînakî, tevgera mafê dengdanê ya jinan di destpêka sedsala 20’emîn de hişmendiya kolektîf guherand, ji ber ku mafê dengdanê ji bo jinan bû mafekî bingehîn ê mirovan.

Zayendîtî jî, mîna zayendê, ji hêla avahiyên çandî û civakî ve tê şekildan. Heteronormatîvîte — wê ramana ku heteroseksuelîtî rêjeya zayendî ya xwezayî an normal e — di dîrokê de di hişmendiya kolektîf de serdest bûye. Ev nêrîn kesên LGBTQ+ marjînalîze dike û pir caran dibe sedema cudakariyê û derxistina wan ji civakê.


Lêbelê, di sedsala borî de normên derbarê zayendîtiyê de bi awayekî girîng guherîn çêbûne. Di gelek welatan de homoseksuelîtî ji sûcdarkirinê derketiye, zewaca di navbera kesên heman zayendî de hatiye qanûnîkirin û temsîliyeta kesên LGBTQ+ di medyayê de zêde bûye. Lêbelê, bi taybetî li herêmên ku ramanên muhafezekar di hişmendiya kolektîf de serdest in, hîn jî cudahî hene û ev yek pir caran dibe sedema tundûtûjiyê û cudakariyê li dijî kesên LGBTQ+.


Hevketina zayend û zayendîtiyê di nav hişmendiya kolektîf de tevliheviya avakirina nasnameyê û dînamîkên civakî eşkere dike. Têgeha hevketinê (Intersectionality), ku ji hêla Kimberlé Crenshaw ve hatiye çêkirin, tekezî li ser wê yekê dike ku çawa pergalên zordariyê yên li ser hev — wekî seksîzm, homofobî û nijadperestî — ezmûnên cuda ji bo kesan çêdikin.

Mînakî, zanyarên femînîst ên Reş rexneyê li vê hişmendiya kolektîf a zayend û zayendîtiyê digirin, ji ber ku ew jinên ji komên nijadî yên cuda derdixe derve. Ev yek di tevgerên femînîst û LGBTQ+ de jî xwe nîşan daye; nîqaşên wan bi kevneşopî li ser têgihiştinên çîna navîn a spî hatine avakirin û bi tevahî hemû awayên cuda yên cudakariyê yên ku komên marjînalîzekirî yên cuda pê re rû bi rû dimînin, venagirin.


Ev guherînên di hişmendiya kolektîf a zayend û zayendîtiyê de encamên girîng ji bo dadmendiya civakî û mafên mirovan hene. Çarçoveyên navneteweyî, wekî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, rûmeta bingehîn û wekheviya hemû kesan tekez dikin. Ji aliyê din ve, relativîzma çandî bi gelemperî vê bingehê dixe ber pirsê û nîqaşê li ser nakokiya di navbera normên kevneşopî yên herêmî û standardên navneteweyî de dike.

Têkoşîna ji bo wekheviya zayendan û mafên kesên LGBTQ+ bûye sedema guhertinên pir mezin di polîtîkayan de li çaraliyê cîhanê. Mînakî, Armanca Pêşkeftina Domdar a 5’emîn a Neteweyên Yekbûyî dixwaze wekheviya zayendan û bihêzkirina hemû keç û jinan pêk bîne. Bi heman awayî, gelek çalakiyên ji bo mafên LGBTQ+ bûne sedema derketina qanûnên li dijî cudakariyê li gelek welatan û qanûnîkirina avahiyên cuda yên malbatê.

Medya û teknolojî amûrên şekildan û belavkirina hişmendiya kolektîf in. Bi taybetî, qadên medyaya civakî bûne cihên seferberiyê, perwerdehiyê û piştgiriya hevpar. Tevgerên #MeToo û #LoveWins nîşan dan ku bi rêya seferberiya dîjîtal, dikare li dijî ramanên kevneşopî were sekinîn û tevlêbûna hemû kesan were pêşxistin.


Lêbelê, qada dîjîtal jî bi pirsgirêkan re rû bi rû ye: belavkirina stereotîpên zirardar, tacîz, agahiyên şaş û gotinên nefretê. Ev yek guherîna hişmendiya kolektîf ber bi qebûlkirina mezintir û wekheviyê ve hîn tevlihevtir dike.

Têkiliya di navbera hişmendiya kolektîf, zayend û zayendîtiyê de xwezaya her tim diguhere ya norm û nirxên civakî nîşan dide. Her çend gelek tişt ji bo pirsxistina avahiyên kevneşopî û pêşxistina tevlêbûnê hatine kirin, lê hîn rêyek dirêj maye. Van newekheviyên sîstematîk ên di pêşxistina hişmendiyeke kolektîf a tevlêker de, parêzvaniya domdar, perwerdehî û reforma polîtîkayan hewce dikin. Bi pejirandina cihêrengiyê û pirsxistina normên zordar ên heyî, civak dikarin nêzîktirî bidestxistina wekhevî û dadmendiyê ji bo hemû kesan bibin.



Çavkanî:

  1. Amnesty International. (2022). State-sponsored homophobia and its impact on LGBTQ+ rights. Retrieved from https://www.amnesty.org

  2. Durgun, S. (2019). The suffragette movement and its impact on modern feminism. Retrieved from https://www.dergipark.org.tr

  3. Pew Research Center. (2021). The role of social media in modern activism. https://www.pewresearch.org


Comments


bottom of page