top of page
alt=""
Hevsel Times Logo Transparent Red.jpg

Meşa Xwê: Berxwedana Bêşîdet a Gandhi li Dijî Desthilatdariya Brîtanyayê

7 days ago
3 min read

Ji hêla Sarya Gulec ve hatiye nivîsandin



Meşa Xwê xwepêşandaneke mezin a bêşîdet bû ku ji hêla Mahatma Gandhi ve di navbera Adarê û Nîsana 1930an de hate lidarxistin. Ev meş protestoyek li dijî monopolya Brîtanyayê ya li ser xwê bû, tevî ku xwê çavkaniyeke xwezayî bû. Her çend hin kes di wê demê de difikirîn ku ev protesto dê bêbandor be, Gandhi bawer dikir ku ev ramaneke bi hêz e. Ev kiryara sade lê bi hêz a nerazîbûna sivîl, îro jî wekî yek ji bûyerên herî girîng ên têkoşîna Hindistanê ya ji bo serxwebûnê tê dîtin.



Berî Meşa Xwê


Ev xwepêşandan li dijî monopolya Brîtanyayê ya di pîşesaziya xwê de bû. Ev yek xerîdarên Hindî neçar dikir ku xwêya bi bihayê bilind û kalîteya kêm bikirin. Hindistan ji bo hilberên çêkirî yên Brîtanyayê, wekî berhemên hesin û pola, lokomotîf, amûrên makîneyan û qumaş, bazareke mezin bû. Wekî din, bacên bilind jî li ser Hindistanê hatibûn ferzkirin, ku bû sedema biha bûna berhemên rojane, wekî xwê. Xwê ne tenê ji bo karên rojane yên malê girîng bû, lê di hewaya germ û şil a tropîkal de ji bo parastina xwarinê jî pêwîst bû.

Di sala 1885an de, Kongreya Neteweyî ya Hindistanê ji bo têkoşîna li dijî desthilatdariya Brîtanyayê hate damezrandin û Gandhi di sala 1915an de tevlî vê kongreyê bû. Ew zû gihîşt pozîsyonên rêveberiyê û di sala 1924an de bû serokê Kongreyê. Di wê demê de, ew ji ber felsefeya xwe ya bêşîdetiyê, ku wekî satyagraha dihat zanîn, jixwe kesayetiyeke navdar bû.



Meşa Xwê


Di 12ê Adara 1930an de, Gandhi bi 78 alîgirên xwe re ji Ashrama Sabarmati derket û meşeke 240 mîlî ber bi peravê Deryaya Erebî, li cihêkî bi navê Dandi, dest pê kir. Meş 24 rojan dom kir. Di vê demê de, Gandhi di civînên giştî de axivî û peyama xwe ya berxwedana bêşîdet û xwebeserîyê dubare dikir. Bi dema ku meş ber bi pêş ve diçû, hezaran Hindî tevlî wê dibûn û wekî kiryareke yekgirtî ya nerazîbûna li dijî desthilatdariya Brîtanyayê her ku diçû zêdetir dihat dîtin. Dema ku ew di 6ê Nîsana 1930an de gihîşt Dandi, Gandhi bi awayekî sembolîk perçeyek xwêya xwezayî hilda û bi vî awayî qedexeya li ser xwê binpê kir. Ev kiryara nerazîbûnê bû sedem ku tevahiya neteweyê dest bi hilberîna xwê bike û li dijî monopolya kolonyal a ku gelek kes nerazî bûn bisekine.


Meşa Xwê bû sedema destpêkirina tevgereke berfireh a nerazîbûna sivîl li seranserê welêt. 2,500 xwepêşanderan rastî êrîşa polîsê hatin û heta dawiya salê 60,000 kes hatin girtin, di nav de Gandhi jî. Mînaka Gandhi li gelek deverên welêt hate şopandin: Hindiyan xwêya neqanûnî hilberand û firot, boykota malên Brîtanyayê kir û li dijî siyasەتên kolonyal xwepêşandan lidar xistin. Brîtanyayê bi zext û zordariya giran bersiv da; deh hezaran kes hatin girtin, di nav de Gandhi jî. Lêbelê, tevger her ku diçû hêztir dibû û ev yek nîşaneya hêza çalakiya kolektîf û bêşîdetiyê bû di têkoşîna li dijî desthilatdariya kolonyal de.



Felsefeya Gandhi


Meşa Xwê felsefeya Gandhi ya çalakiya bêşîdet, Satyagraha, nîşan da. Ev têgeh pir caran wekî “hêza rastiyê” an “hêza giyanî” tê wergerandin. Gandhi bawer dikir ku şîdet tenê çerxên zirarê didomîne, lê bêşîdetî dikare bibe sedema guhertineke mayînde. Prensîba bingehîn a Satyagraha Ahimsa (zirar negihandina kesên din) bû, ku fikir, peyv û kiryaran jî dihewand. Gandhi Satyagraha ne tenê wekî stratejiyek li dijî desthilatdariya Brîtanyayê bikar dianî, lê herwiha wekî rêbazekê ji bo hişyarkirina wijdana exlaqî ya zordaran û yekgirtina kesên bindest.


Meşa Xwê bala medyaya navneteweyî bi berfirehî kişand û rewşa dijwar a Hindiyan di bin desthilatdariya Brîtanyayê de û rêveberiya Gandhi dan ber çavan. Nûçegihan û alîgirên biyanî ji nêzîkatiya Gandhi ya bêşîdet bandor dibûn û kiryarên wî bi têkoşînên dîrokî yên azadiyê, wekî Şoreşa Amerîkî, re didan ber hev. Ev bala cîhanî ne tenê tevgera serxwebûna Hindistanê xurtir kir, lê herwiha navdariya Gandhi wekî semboleke navneteweyî ya berxwedanê û serkirdayetiya exlaqî bilind kir.


Meşa Xwê ne tenê pratîkbûna Satyagraha nîşan da, lê herwiha hêza wê ya komkirina mirovan ji çîn û qatên civakî û aborî yên cuda jî derxist holê. Ev bûyerek bû ku baweriya Gandhi bi hêza bêşîdeta kolektîf di têkoşîna li dijî zordariya sîstematîk de nîşan da. Meşê bala navneteweyî ya berfireh kişand, îlham da tevgerên mîna xwe li çar aliyên cîhanê û Gandhi wekî rêberekî berxwedana exlaqî nas kir. Mîrata wê îro jî bandorê li ser tevgerên ji bo dadmendî û wekheviyê li çar aliyên cîhanê dike.



Çavkanî:


  1. Gandhi's Salt March was the tax protest that changed Indian history. (n.d.). Sky HISTORY TV channel. https://www.history.co.uk/article/gandhis-salt-march-the-tax-protest-that-changed-indian-history

  2. Indian independence movement. (2024, August 12). Encyclopedia Britannica. https://www.britannica.com/topic/Indian-Independence-Movement

  3. Salt March. (2010, June 10). HISTORY. https://www.history.com/topics/asian-history/salt-march

  4. Salt March. (2010, March 4). Encyclopedia Britannica. https://www.britannica.com/event/Salt-March



Comments


bottom of page