top of page
alt=""
Hevsel Times Logo Transparent Red.jpg

Mîrateya Guhertinê: Bandorên Nûjen ên Şoreşa Pîşesaziyê

7 days ago
3 min read

Ji hêla Sarya Gulec ve hatiye nivîsandin



Implementations of Technological Progress


Taybetmendiyeke cuda ya Şoreşa Pîşesaziyê danasîna nûjeniyên teknolojîk ên bingehîn û şikîner bû. Mînakî, makîneyên wekî motora buharê veguhastin û hilberînê şoreşgerî kirin, an jî pêşketinên di warê tekstîl û metalûrjiyê de hilberînê ji nû ve pênase kirin. Van pêşketinan bingeha avakirina pîşesaziyên nûjen, di nav de otomobîl û telekomunîkasyon, amade kir. Îro, gelek teknolojî û pergalên ku li seranserê cîhanê tên bikaranîn, kokên xwe digihînin van dahênanên şoreşger.



Guhertina Kar û Avahiyên Civakî


Pîşesazîbûnê têgihiştina karê ji nû ve pênase kir û bû sedem ku fabrîqe şûna pergala hilberîna malê bigirin. Ev yek demên dirêj ên xebatê û şertên xebatê yên xeternak ji bo karkeran, ku ji mêr, jin û heta zarokan pêk dihatin, anî. Ev guhertin bi tevgerên karkeran re hatin pêş, ku armanca wan baştirkirina şertên xebatê û mûçeyan bû. Derketina sendîkayên karkeran û pejirandina qanûnên karê jî bersivên rasterast bûn li hember zehmetiyên ku di wê serdemê de hatibûn jiyîn.


Wekî din, Şoreşa Pîşesaziyê avahiyên civakî ji nû ve şekil da; çîna navîn a civakê mezin kir û dewlemendiyeke bêhempa afirand. Lêbelê, gelek caran hate gotin ku ev şoreş valahiya mezin a aborî di navbera çînên cuda yên civakê de firehtir kiriye. Jin û zarokên ku azadiya wan a aborî pir kêm bû, bi taybetî di van du sed salan de li hember îstîsmarê bêparastin bûn û ji bo mûçeyên pir hindik demên dirêj dixebitîn. Van cudahiyan bingeha reformên civakî û aborî yên domdar danîn, ku dê ji bo avakirina hevsengiyê di dabeşkirina dewlemendiyê de pêk bên.


Yek ji bandorên herî mayînde yên Şoreşa Pîşesaziyê li ser civakên li çar aliyên cîhanê şopa wê ya li ser jîngehê ye. Bikaranîna berbelav a komirê û sotemeniyên din ên fosîl pêşketinên teknolojîk bi hêz kirin, lê di heman demê de bûne sedema qirêjiya giran a jîngehê. Herêmên bajarî bi dûmanê reş hatin pêçandin û çavkaniyên avê jî qirêj bûn. Ev girêdayîbûna çavkaniyên enerjiyê yên nûvenekirbar bû sedema pirsgirêkên jîngehê ku îro jî bandorê li ekosîstemên cîhanê dikin.


Hevldanên dawî yên ji bo kêmkirina guherîna avhewayê û pejirandina pratîkên domdar rasterast bi zirarên ku ji Şoreşa Pîşesaziyê mane ve girêdayî ne. Ev rewş pêdiviya pêşxistina nûjeniyên di warê enerjiya paqij û rêveberiya çopê de zêdetir dike, da ku lêçûnên jîngehê yên pîşesazîbûna bilez bên çareserkirin.


Bandora Şoreşa Pîşesaziyê li ser rewşa aborî ya cîhanê pir mezin bû. Ev şoreş civakan ji modelên çandiniyê ber bi modelên pîşesaziyê ve anî û bû sedema zêdebûna hilberîneriyê û cihêrengiya aborî. Herwiha, normên çandî guhertin û hişmendiyeke xerîdar-navend pêş xist, ji ber ku mal û berhem hêsantir û bi bihayên erzantir peyda dibûn. Ev yek rê li ber guhertinên aboriyên nûjen û pergalên bazirganiya cîhanî yên ku îro tên bikaranîn vekir.

Ji aliyê çandî ve jî, Şoreşa Pîşesaziyê wekî hêzeke ku afirînerî û dahênanê pêş xistiye hatiye dîtin. Ev şoreş bû sedema nûjeniyên di warên wekî ragihandin û veguhastinê de, ku mirovên li dûrî hev dijîn nêzî hev kirin û danûstandina çandî û zanînê ya cîhanî pêş xist.


Şoreşa Pîşesaziyê wekî qonaxeke girîng tê hesibandin ku têkiliya mirovahiyê ya bi teknolojî û jîngehê re ji nû ve şekil daye. Her çend bûye sedema mezinbûna aborî û pêşketina teknolojîk, di heman demê de nîşanî newekheviyên civakî û pirsgirêkên jîngehê daye ku îro jî berdewam in. Feydeya ku ji ezmûnên wê yên dîrokî tê girtin, bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkên nûjen pêşkêş dike; ji bajarîbûn û mafên karkeran bigire heta domdariya jîngehê û nûjeniyên teknolojîk.



Çavkani:


  1. Encyclopedia Britannica. (1998, July 20). Industrial Revolution. https://www.britannica.com/event/Industrial-Revolution

  2. Industrial Revolution. (2009, October 29). history.com. https://www.history.com/topics/industrial-revolution/industrial-revolution

  3. National Geographic Society. (n.d.). Industrial Revolution and Technology. https://education.nationalgeographic.org/resource/industrial-revolution-and-technology/



Comments


bottom of page