Veganîzma Ekofemînîst: Hevketina Dadmendiya Zayendî, Heywanan û Jîngehê
Ji hêla Sarya Gulec ve hatiye nivîsandin
Veganîzm û femînîzm di destpêkê de wekî du mijarên bêgirêdan xuya dikin, lê di bingeha xwe ya exlaqî de bi kûrahî bi hev ve girêdayî ne. Herdu jî çarçoveyên serdestî, îstîsmar û hêza hiyerarşîk red dikin. Bi gelemperî, herdu jî normalîzekirina tundiyê red dikin û daxwaza dadmendiyê ji bo mexdûrên bindestkirinê dikin, çi mirov bin û çi heywan.
Femînîzm berhema têkoşîna jinan a di rabirdûyê de û ya ku îro jî li dijî avahiyên baviksalarî didome ye. Ev avahî bi awayekî sîstematîk jinan îstîsmar dikin û ji wan dûr dixînin; ev yek herî zêde di warên kar, hilberîna nifşan û serweriya li ser laşê xwe de xuya dibe. Veganîzm, her çend balê dikişîne ser heywanan, fikarên exlaqî yên wekhev radixe pêş. Mîna ku baviksalarî jinan wekî tiştan dibîne û îstîsmar dike, pergala çandiniya heywanan jî heywanan, nemaze heywanên mê, wekî tiştan dibîne û îstîsmar dike.
Mînakeke vê yekê pîşesaziya şîr e. Çêlekên mê bi zorê her sal tên çêrandin, golikên wan ên nûbûyî di nav çend demjimêran de ji wan tên veqetandin û hormon têne dayîn da ku hilberîna şîrê wan were teşwîqkirin. Têkiliyên wan ên dayikatiyê yên xwezayî gelek caran tên qutkirin û ev yek dibe sedema êş û azarên mezin ên derûnî û laşî. Gamelên nêr, ku ji bo hilberîna şîrê bêqîmet tên hesibandin, bi gelemperî di temenekî biçûk de tên serjêkirin. Lê çêlekên mê, ji ber ku dikarin nifşan bidin, rastî îstîsmareke dirêj demî tên. Ev mînakeke tirsnak a rêvebirina berê ya li ser laşên jinan e; mînakî, sterilîzasyona bi zorê, astengkirina gihîştina rêbazên kontrolkirina zayînê û bendewarîyên derbarê karê hilberîna nifşan de. Ev yek girêdana avahîsazî ya di navbera îstîsmara jinan û ya heywanan de nîşan dide. Ji perspektîfa femînîst, mantiqa hevpar a ku laşên jinan wekî tiştên bazirganî dibîne û ser wan serdestiyê dike, analîza veganîstî hem girîng û hem jî pêwîst dike.
Li vir ekofemînîzm dikeve nav mijarê. Ekofemînîzm tevgerên parastina jîngehê, femînîzmê û azadkirina heywanan bi hev re tîne, ji ber ku desthilatdariya li ser xwezayê, jinan û heywanan ji heman hişmendiyê, ango daxwaza serdestiyê ya baviksalarî û kapîtalîst, çêdibe. Ekofemînîst dibêjin ku nêrîna cîhanê ya ku heyînan li gorî rêzekê dide, ne tenê tundiya li ser wan ên di astên jêrîn de rewa nîşan dide, lê di heman demê de wê teşwîq jî dike. Di nav van komên bindest de jin, komên ku ji aliyê nijadê ve tên cudakirin, kesên queer, kesên xwedî astengiyên laşî, heywan û erd jî hene.
Feylesof û çalakvan Carol J. Adams yek ji girîngtirîn ramangerên di lêkolînên ekofemînîst ên veganîstî de ye. Ew di pirtûka xwe ya bingehîn a The Sexual Politics of Meat de lêkolîn dike ka xwarina goşt çawa bi mêranî û serweriya mêran ve girêdayî ye. Ew dibêje ku ne tenê xwarina goşt wekî tiştekî normal tê pêşkêşkirin, lê di heman demê de wekî adeteke mêranî, sembola hêz, desthilatdarî û hêza zayendî jî tê pîroz kirin. Li gorî wê, ev yek çandekê diafirîne ku tê de tundî û serfkirin bi hêzê re tên nasîn, lê êş û azarên heywanan û jinan nayên dîtin. Di analîza wê de, heywana mê "nivîseke winda" ye; hebûna wê girîng e, lê hatiye jêbirin. Ev yek dişibe awayê ku kar û êşa jinan di çandên baviksalarî de di dîrokê de bêdeng hatiye hiştin.
Ekofemînîzma veganîstî kapîtalîzmê jî rexne dike, ji ber ku ew hemû laşan, yên mirovan û ne-mirovan, ji bo qezencê vediguherîne tiştên bazirganî. Heman mantiqa aborî ya ku çêlekan vediguherîne makîneyên hilberîna şîrê, karê hilberîna nifşan a jinan an jî kedê karkerên kargehan di zincîrên peydakirinê yên navneteweyî de îstîsmar dike. Herdu jî li ser nirxkêmkirina hin laşan ava bûne, nemaze wan laşên ku ne endamên koma xwedî îmtiyaz in. Ramangera veganîst Aph Ko dinivîse ku veganîzm ne tenê derbarê heywanan de ye; ew derbarê berxwedana li dijî pergala berfirehtir a kapîtalîzma spî-serdest, baviksalarî û birêvebirina wê ya li ser nirxê jiyanê ye, ku ew biryar dide kîjan jiyan girîng e û kîjan ne girîng e.
Teoriya veganîstî herwiha dualîteya nêr-mê li ser xetek berfirehtir a îmtiyazan belav dike. Ew nîşan dide ka pergalên zordestiyê çawa bi hev re diqelibin. Hemû kesên ku ne endamên koma normatîf in—mêrên spî, dewlemend, cisgender, heteroseksuel û bê astengiyên laşî—nirxê wan kêm tê dîtin, ew tên marjînalîzekirin û îstîsmar kirin. Ji ber vê yekê, ekofemînîzm ne tenê baviksalarî bi cureperestiyê ve girêdide, lê di heman demê de bi nijadperestiyê, ableîzmê, heteroseksîzmê û kolonyalîzmê jî re girêdide. Mînakî, çandiniya heywanan a pîşesazî û wêrankirina jîngehê bi awayekî nehevseng bandorê li civakên rengîn û welatên xizan ên Başûrê Cîhanê dikin. Erd tê îstîsmarkirin, av tê qirêjkirin û mirov ji cihên xwe tên koçberkirin; hemû ev yek ji bo xizmeta pergala xwarinê ya cîhanî ya goşt-navendî û qezenc-bingeh pêk tê.
Ji ber vê yekê, ekofemînîzma veganîstî ne tenê şêwazeke jiyanê ya bêwate ye, lê helwesteke siyasî ye. Ew rêyek e ji bo hilweşandina pergalên pir-alî yên ku hem mirovan û hem jî heywanan zirarê didin. Ew xetên exlaqî yên keyfî yên di navbera cureyan de red dike û li şûna wan stratejiyeke empatiyê ya radîkal pêşniyar dike; ango şiyana hestkirina êşa yên din, bêyî ku ew ji cureyekê, zayendekê an nijadekê bin. Ji her tiştî girîngtir, ew exlaqê sûcdariyê red dike û li şûna wê berpirsiyariya sîstematîk dixwaze.
Di heman demê de, ekofemînîzm wekî veganîzmê divê li ser bingeha hevketinê be û hemû kesan di nav xwe de bigire. Ev fikir ku her kes dikare bigihîje xwarinên nebatî, perwerdehiyê an çavkaniyan, xelet e. Hin kes ji ber nebûna firotgehên xwarinê yên têr, xizaniyê û cudahiyên çandî bandor dibînin. Veganîzma femînîst kesan, nemaze kesên marjînalîzekirî, ji ber tiştên ku dixwin, rexne nake. Li şûna wê, ew pîşesazî, polîtîka û pergalên serdestiyê rexne dike. Bi vî awayî, veganîzma femînîst ji paqijiya kesane wêdetir diçe û zêdetir dibe daxwazeke azadiya giştî.
Bi kurtî û rasterast, ekofemînîzma veganîstî rêbazeke baş e ji bo fikirîn û hilweşandina pergalên zordestiyê yên bi hev ve girêdayî ku jiyana me ava dikin. Ew zelal dike ku nirxkêmkirina hin jiyanên taybet—yên jinan, heywanan an xwezayê—ji heman mantiqa tundiyê çêdibe. Di vê wateyê de, tevgera exlaqî divê heyînên ne-mirov jî di nav xwe de bigire û piştgirîkirina hevpar divê pratîkeke ku hemû heyînên zindî di nav xwe de digire be. Bi girêdana prensîbên veganîzmê û femînîzmê, em dikarin cîhaneke wekhevtir û empatiyê-tijîtir xeyal bikin; cîhaneke ku tê de tu heyîn ne wekî tiştekî avêtinê were dîtin.
Çavkanî:
PETA. (n.d.). What’s wrong with the dairy industry? PETA.org. Retrieved July 5, 2025, from https://www.peta.org/issues/animals-used-for-food/dairy-industry/
Adams, C. J. (1990). The sexual politics of meat: A feminist-vegetarian critical theory. Continuum.
Plumwood, V. (1993). Feminism and the mastery of nature. Routledge.





Comments