top of page
alt=""
Hevsel Times Logo Transparent Red.jpg

Azadî û Berpirsiyarî: Vekolîna Bingehên Bingehîn ên Heyîbûnparêziyê

4 days ago
3 min read

Ji hêla Jir Dara Akcan ve hatiye nivîsandin

Ji destpêkê ve wekî tevgergeke felsefî ku hebûna mirovî di bingeha xwe de digirt, Heyîbûnparêzî (Existentialism) cara yekem di sedsala 20’emîn de derket holê û kûr li ser dijwariya azadiyê û berpirsiyariyên ku bi wê re dihatin, sekinî.



Azadî çi ye?


Heyîbûnparêzî ramana bandorkirina jiyana kesekî ji hêla faktorên derve ve red dike. Li şûna wê, dibêje ku kes xwedî azadiyeke bêdawî ne. Her kirin û her hilbijartin bi vê azadiyê ve girêdayî ye. Jean-Paul Sartre, fîlozofekî heyîbûnparêz, bi gotina xwe ya navdar a “Hebûn berî çêbûnê ye” vê yekê diyar kir; wateya wê ew e ku mirov pêşî hebe dibe û paşê bi hilbijartinên xwe re xwedî taybetmendiyeke bingehîn dibe.


Ev têgihiştina azadiyê dikare azadker be û derfetekê bide mirov ku pêşeroj û jiyana xwe bi xwe ava bike. Lêbelê, ev azadî bi berpirsiyariyên giran re tê.



Rûbirûbûna giraniya hilbijartinê


Heyîbûnparêz dibêjin ku azadî berpirsiyariyeke bingehîn a encamên kirinên mirov bi xwe re tîne. Biryarên ku em didin ne bê sedem in, lê wateyeke exlaqî ya taybet hildigirin. Têgihiştina Sartre ya “baweriya derewîn” (bad faith) destnîşan dike ku kes carinan xwe dixapînin da ku ji fikar û tengasiyên ku ji giraniya hilbijartinên wan çêdibin dûr bikevin. Ji ber ku pejirandina encaman tê vê yekê ku em rastiyeke carinan nerehet bibînin: biryarên me nasnameya me û cîhana derdora me ava dikin.


Di çarçoveya heyîbûnparêziyê de, berpirsiyarî ji kesê yekane wêdetir diçe û bandorên firehtir ên hilbijartinên mirov li ser civakê û ezmûna hevpar a mirovahiyê dihewîne. Girêdana di navbera hebûna mirovan de nîşan dide ku azadiya me ne tiştekî ji hev cuda ye, lê di nav rastiyeke hevpar de hatiye tevnandin. Ev yek jî hişmendiyeke mezintir li hember encamên ku hilbijartinên me dikarin li ser kesên din çêbikin, dixwaze.



Heyîbûnparêzî di pratîkê de: Mînakên azadiya kesane û berpirsiyariyê


Ji bo nîşandana sepandina pratîkî ya prensîbên heyîbûnparêziyê, em dikarin li senaryoyên jiyana rastîn binêrin ku têkiliya di navbera azadî û berpirsiyariyê de nîşan didin. Mînakekê kesekî bifikirin ku piştî dîtina hezkirina xwe ya ji bo domdariya jîngehê, karîyerekê hilbijartiye ku ji bo pêşxistina pratîkên dostane ji jîngehê re hatiye veqetandin. Di vê rewşê de, azadiya kesê ji bo dûvketina hezkirina xwe bi berpirsiyariya beşdarbûna erênî di başbûna gerstêrkê û nifşên pêşerojê de li hev tê. Bi heman awayî, rêberekî karsaziyê ku bi pirsgirêkên exlaqî re rû bi rû dimîne, têkoşîna heyîbûnparêzî ya bi berpirsiyariyê re nîşan dide. Hevsengkirina azadiya birêvebirina pargîdaniyeke bi qezenc re berpirsiyariya parastina pîvanên exlaqî, lêkolîneke bi baldarî li ser encamên biryarên karsaziyê ji bo karmendan, xerîdaran û civaka giştî hewce dike.



Baweriya derewîn a Sartre: Vekirina girêka xwe-xapandinê


Têgihiştina Sartre ya “baweriya derewîn” ronahiyê dide ser mekanîzmayên derûnî yên ku kes ji wan sûd werdigirin da ku ji giraniya hilbijartinên xwe birevin. Baweriya derewîn dema çêdibe ku kesek xwe bixapîne û bawer bike ku ew bi rastî ne azad e an jî şert û mercên derve kirinên wî/wê diyar dikin. Ev xwe-xapandin wekî mekanîzmayeke parastinê li hember fikarên ku ji pejirandina asta tevahî ya azadî û berpirsiyariya xwe çêdibin, kar dike. Ji baweriya derewîn rizgarbûn tê vê yekê ku mirov nerehetiya ku bi pejirandina hêza xwe ya biryardayînê re tê, qebûl bike û encamên exlaqî yên biryarên xwe nas bike. Bi rûbirûbûna berpirsiyariya heyîbûnparêzî ya ku di hilbijartinên me de heye, kes dikarin bi awayekî rasttir bijîn û kirinên xwe bi xweya xwe ya rastîn re li hev bînin.


Di encamê de, heyîbûnparêzî me vedixwîne ku li ser girêdana kûr a di navbera azadî û berpirsiyariyê de bifikirin. Azadiya avakirina çarenûsa xwe diyariyeke bihêz e, lê bi berpirsiyariya giran a nasîna encamên exlaqî yên hilbijartinên me re tê. Dema ku em di tevliheviyên hebûnê de rêya xwe dibînin, divê em bi dijwariya jiyana bi awayekî rastîn re rû bi rû bibin, azadiya xwe qebûl bikin û berpirsiyariya ku bi wê re tê, bi xwe ve bigirin. Lêkolîna heyîbûnparêziyê ya li ser azadî û berpirsiyariyê ne tenê xebateke rewşenbîrî ye, lê bangewaziyek e ji bo tevgerê. Ew me teşwîq dike ku li ser aliyên exlaqî yên hilbijartinên xwe bifikirin û têgihiştineke kûrtir a bandora xwe hem li ser jiyana kesane û hem jî li ser ezmûna hevpar a mirovahiyê pêş bixin. Di dansa di navbera azadî û berpirsiyariyê de, heyîbûnparêzî me teşwîq dike ku em bikevin nav ronahiya hebûna xwe û bi çavên vekirî, rêwîtiya kûr a xwe-naskirinê û jiyana exlaqî bi xwe ve bigirin.



Çavkanî:


  1. Existentialism (Stanford encyclopedia of philosophy). (n.d.). Stanford Encyclopedia of Philosophy. https://plato.stanford.edu/entries/existentialism/

  2. Existentialism | Definition, history, characteristics, examples, types, & facts. (1999, July 26). Encyclopedia Britannica. https://www.britannica.com/topic/existentialism

  3. Existentialism. (n.d.). Internet Encyclopedia of Philosophy | An encyclopedia of philosophy articles written by professional philosophers. https://iep.utm.edu/existent/

  4. Jean-Paul Sartre. (1998, July 20). Encyclopedia Britannica. https://www.britannica.com/biography/Jean-Paul-Sartre

Comments


bottom of page